'Kurmancên Reş' û Çavşîntirîn Kurd di Pêvajoya Self-kolonîzasyonê de
'Kurmancên Reş' û Çavşîntirîn Kurd di Pêvajoya Self-kolonîzasyonê de Sûad Haymatlos I Çavên şîn î xweşik. Çavên xweşik ên mezin û şîn… Dua dikir her şev, bê navber ku çavên wê şîn bin. Salekê pê de dua kiribû, ji dil û can. Ne bêhêvî bû her çiqas hinekî bêtaqet mabe jî. Wê demeke pir û pir dirêj bigirta ku tiştekî ewqas xweş bikaribe pêk were. Ev duaya Pecolayê ye. Dua û lavaya keçika reşik, 'nexweşik' ku dixwaze çavên wê bibin şîn. Reş û yên aîdî reşiyê kirêt in. Ên kirêt reş in. Çimki spî xweşik e, ên (tiştên) xweşik spî ne. Ev sabîteyek e. Sabiteya neguher e ku yên spî tesîs kirine. Tişta ku vê pevxistinê dike rastî, pêbawerkirin û dahurandina reşikan e. Pecola qehremana sereke a romana En Mavi Göz (The Bluest Eye)¹ a Toni Morrison e. Vebêjera romanê Claudiaya 9 salî ye. Claudia hevala Pecolayê ye û roman bi nêrîna wê hatiye nivîsandin. Pecola keçek 14 salî ye, li dibistanê mamoste û xwendekarên zarok, li malê malbata wê, li derve çi reşik çi spî hema ...