Mubhemkirina Kuştina Kurdan û Hişyarîya Arendt

Mubhemkirina Kuştina Kurdan û Hişyariya Arendt

Sûad Haymatlos



Pergala devleta tirk bi dehan salan hebûna Kurdan înkar kir û peyva ‘’Kurd’’ qedexe kir. Piştî ku neçar ma hebûna Kurdan qebûl bike jî hewl da ku kurdan bênav bike û bi vê armancê gelek peyvan çê kir û xist meriyetê. Di çarçoveya vê polîtîkayê de di şûna peyva ‘’Kurd’’ de peyvên wek ‘’Doğulu’’, ‘’Anadolulu’’, ‘’Bölge halkı’’, ‘’Kürt kökenli’’ û hwd hatin bicihkirin. Ev peyvên îdeolojîk di qada siyaset, çapemenî, akademî û hwd de bi awayek sîstemîk tên bikaranîn.

Lê li dijî vê polîtîkaya mubhemkirinê; kevneşopiya siyaset, çapemenî û civaka kurd bi giştî di peyva ‘’Kurd’’ de israr kirin. Ev israrkirin, him di warê mafan de, him di pênasekirina pirsgirêkan de, him jî di binavkirina êrişên de derbasdar bû. Yanê, mafên kurdan ên hatine xespkirin wek mafên neteweyî, û êrîşên li ser kurdan jî wek êrîşên li dijî nasnameya kurd hatin binavkirin. 

Lê di salên dawî de di qada siyaseta bakur de jî angaştên polîtîkaya mubhemkirinê bi argumentên cûrbecûr ketiye meriyetê. Argumentên sereke ên mubhemkirina nasnameya ‘’kurd’’ jî ev in: gel (halklar), karker (işçiler), jin (kadınlar), demokrasî û hwd…
Ev argument him di pênasêkirina pirsgirêkan de, him di warê mafan de û bi taybet jî di pênasekirina êrîşan de tên bikaranîn. Mafên kurdan ên neteweyî wek mafên mirovî û mafên demokratik tên pênasekirin. Ji aliyê din ve êrîşên nijadperest û mêtinkar ên li ser kurdan jî wek êrîşên dijî gelan, karkeran, jinan û demokrasiyê û hwd tên lansekirin. Bi vî rengî him motîvasyon û çavkaniya êrişan, him jî civaka ku dibe hedafa êrîşan tên mubhemkirin.

Wek mînak: Dema di sala 2019’an de cara duyem qeyûm hat danîn ser şaredariyên bajarên kurdan, Hevserokê HDPê Sezaî Temellî wiha digot: ‘’Ev êrîş li hemû gelên Tirkiyeyê ye. Her çiqas qeyûm tayinê şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdinê kiribin jî tayînkirina qeyûma êrîşkirina hemû hilbijartiyên Tirkiyeyê, ev yek êrişkirina Stenbol, Edene û Orduyê ye jî...’’
Lê a rast qeyûm tenê li ser bajarên kurdan hatine danîn û êrîş ne li hember gelan; li hember mafê xwerêvebirina kurdan e. Û qeyûm jî di eslê xwe de waliyên mêtingehîyê ne û bi hiqûqa metinkariyê hatine tayînkirin. Daxwuyaniya Temellî tenê hedefa êrîşê (Kurd) mubhem nake, di heman demê de çavkaniya êrişê û pergala mêtînkar jî tarî dike. Ev herdu xal di zik hev de ne: Dema nasnameyan mexdûran were mubhemkirin, fail û pergala êrişkar a birêkûpêk jî tê şêlîkirin.
Dîsa, di îlona 2020’an de malbatek Kurd ku ji bo berhevkirina findiqan çûbû Sakarya ya Tirkiyê dûçarî heqerat û êrişa nijadperest mabûn û hatibûn lînckirin. Wek tê zanîn nijadeperestî nîzameke rêxistî ye. Li Tirkiyê jî pergala nijadeperest bi riya siyaset, perwerde, medya, wêjê, sînema û hwd li dijî kurdan birêkûpêk nijadperestiyê lidardixe û kurdan dike objeya nefretê. Pergal bi vî awayî di civaka xwe de hişmendiyeke nijadperest û dij-kurd ava dike. Mirov dikare bêje ku civaka tirk di warê nijadperestiya dij-kurd de hema bê bi hişê dewletê re bûye yek. Ji ber ku kurd bi hemû amûrên îdeolojîk tên dermirovkirin û şeytanîkirin civak jî êrîşên li dijî kurdan rewa dibîne. Piraniya civakê çi rasterast çi jî bi erêkirin û bêdengiyê dibe failên êrîşên nijadperest. Ji lew re jî êrîş û êrişkar him di ‘’ûcdana civakê’’ de, him jî bi zagonî nayên mehkûmkirin. Lewma jî ev yek motivasyona êrişkirinê vediguherîne çerxekî nizamî û domdar!
Lê piştî vê êrîşa nijadperest jî bi argumenta ‘’karker/çîna karkeran’’ nasnameya Kurd a ku rastî êrîşê hatiye hat mubhemkirin. Wek minak, li ser navê HDPê daxuyaniya fermî ji aliyê Berpirsa Komîsyona Kedê Şaziye Köse ve hat dayin. Ev tercîh bixwe nîşan dide ku pirsgirêk wek pirsgireka qada ‘’ked’’ê hatiye nirxandin. Jixwe Köse di daxuyaniyê de dibejê, ev êrîş li hember çîna karkeran pêkhatiye û ew şîmaq li hemû karkeran ketiye!

Bi vê şewazî cardin bi mubhemkirina nasnemeya kurd, pergala nijadperest, tê tarîkirin û bi manipulekirina rastiyan, motivasyon û çavkaniya êrîşan jî bincil dibin.
Dîsa, di 17ê Hezîrana 2021’an li dijî avahiya HDPê ya Îzmîrê êrîşek çekdarî pêk hat û di encama êrîşê de jina Kurd a bi navê Deniz Poyraz bi awayek hovane hat qetilkirin. Piştî vê êrîşê jî gelek kes, sazî û devdor li ser medyayê bi argumentên cûrbecûr polîtîkaya mubhemkirinê derpêş kirin an jî bi nezanî bûn amûrê vê polîtîkayê. Hin kes gotin êrîş li dijî hemû gelan û biratiya gelan e, hin kes gotin li dijî demokrasiya tirkiyê ye, hin kes jî gotin li dijî jinan e û hwd… Helbet Denîz jinek ciwan bû lê wek kujer jî di îfadeya xwe de îtiraf kiriye ku, wê gavê çin jin çi mêr kê/kî li avahiyê bûya ew ê teva qetil bikira! Heta li ser torên civakî taştêya wê ya nîvcûmayî û ne mukelef!, xizaniya malbata wê bûn amûrên romantîzmekî apolîtik û hûmanizmekî pûç. Heke yekî biyanî wan dîmen û peyaman bidîta ew ê bigota kujer derketiya nêçîra kesên xizan û kesên taştêyên wan ne mukelef!
Lê belê, pir eşkereye ku motîvasyona bingehîn a êrîşê, kuştina Kurdan e. Bi gor hin şiroveyan tenê kesek an çend kes jî ji ber nijada xwe an nasnameya xwe ya neteweyî bi awayekî rêkûpêk werin kuştin, ev yek dikeve çarçoveya sucê jenosîdê. Lê bûyer û planên ewqas cidî, ji ber mubhemkirina nasnameya mexdûr û kuştiyan ji rastiyên bingehîn tên qutkirin. Tecrubeyên dîroka jêrdest û mêtingehan raberî me dike ku, mubhemkirin û muxlaqkirinên bi vê rengî, hesasiyet û şiyariya kes û civakên di hedefa êrîşên sîstematîk de ne, kêm dike û rê li ber xetereyên mezintir vedike.

Wek encam, kurdên ku nikarin bi nasnemaye xwe bibin kirdeya jiyana xwe, nema dikarin bibin kirdeya mirina xwe jî. Tişta di jiyan û mirinê de, ji me re rewa tê dîtin bes objebûn e!

Siyasetzana cihû Hannah Arendt ku pêvajoya jenosida cihûyan tecrube û analîz kiriye dibêje ‘’mirov ji ber kîjan nasnameya xwe rastî êrîşê tê divê mirov bi wê nasnameyê xwe biparêze’’ û di şexsê cihûyan de hemû jêrdestên di bin xetereyê de wiha hişyar dike: ‘’Ger yek ji ber cihûbûna xwe bê êrişkirin divê ew wek cihû xwe biparezê; ne wek alman, welatiyekî dinyayê an parezvanekî mafê mirovan!’’


Tirmeh/2021  - Le Monde Diplomatique Kurdi 



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Şimdi Zamanı mı?

'Kurmancên Reş' û Çavşîntirîn Kurd di Pêvajoya Self-kolonîzasyonê de

Sınırda Bir Fotoğraf